Operasyona ji bo bidestxistin û kontrolkirina Elewiyan

Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê 8AABK) Tûrgût Oker destnîşan kir ku projeya avakirina Serokatiya Cemxane û Elewî Bektaşî operasyona ji bo bidestxistina Elewiyan e.

Serokê Avakar ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker biryara Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ê ku digot em ê Serokatiya Bektaşî û Cemxaneyan a Elewiyan ava bikin ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ev ji Erdogan wêdetir projeya dewletê ye.

Oker diyar kir piştî ku tevgera Elewiyan derket holê û pêvajoya giştî ya 30 salan hate nirxandin, biryareke wisa hatiye dayîn û got “Dewlet dixwaze civaka Elewî têxe bin baskê xwe, ji ser sedeqeyan dînamîzma navxweyî ya Elewiyan ji holê rake, bi refleksa mezhepparêziyê wê ji hemû dînamîkên civakî dûr bixîne û wê bike şirîkê şûc ê dûrî nirxên gerdûnî yên pergala Îslamî ya serwer. Bingeha vê gavê di sala 2009’an de bi komxebatên Elewiyan hate destpêkirin. Ev gav tê wateya ku dewlet ji bo Elewiyan, tiştên xerab dixwaze.”

Oker diyar kir di bin banê Koordînasyona Çand û Karên Navxweyî de di bin navê ‘Xebata yekîtiya millî û hevrebûnê’ de serdana 1585 Cemxaneyan hatiye kirin û ev jî tê wateya ku gava ku tê xwestin Elewî têkevin bi baskê dewletê, ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî tê kirin û ev tişt ne tesaduf e.

Oker diyar kir dewlet bi salan civaka Elewiyan wekî pirsgirêka ewlekariyê dîtiye û di sed salên komarê de ji bo hêsankirina jiyana civaka Elewiyan tu gavên şênber nehatine avêtin. Oker bal kişand ser vî tiştî ku Suleyman Soylû, Alî Arîf Ozzeybek ji CHP’ê  stend û ew kir şêwirmendê xwe û bi vî awayî xwestiye vê planê têxe meriyetê.

‘BÊDENGIYA TIFAQA MILLETÊ TÊ WATEYA KU PROJEYÊ PESEND DIKE’

Oker rexne kir ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû û yên bi wî re nerazîbûnê nîşanî vê projeyê nadin ûj got “Kiliçdaroglû yê ku kampanyaya azadî ji turbanê re xwest, derbarê vî tiştî tu daxuyanî nedaye û ev jî diyar dike ku Tifaqa Millet vê projeyê qebûl dike. Heta niha li parlementoyê ji bo Elewiyan daxwaza wekheviyê nekirine û ev jî delîla herî baş a vî tiştî ye.  Di warê doza Elewiyan de hemû partiyên pergalê li ser polîtîkaya îdeolojiya dewletê ya Turk-Îslamî ne. Ev feraset ji Osmaniyan û heta niha wisa didome.”

DEWLET DIXWAZE CEMXANEYAN VEGUHERÎNE SENTEZA TIRK-ISLAMÎ

Oker diyar kir 30 sal in saziyên Elewiyan dixwazin li ser xweseriya xwe bijîn û vî tiştî ragihînin nifşên nû û got “Çawa ku camî xistine bin kontrola xwe, dewlet dixwaze Cemxaneyên me jî bike saziyên li gorî senteza Tirk-Îslamî. Ev deh sal in amadekariya hilweşandina tevgera Elewiyan dikin û dixwazin Cemxaneyan li gorî feraseta Îslamiya siyasî ji nû ve dîzayn bikin. Nabe ku mirov vî tiştî bi tenê wekî veberhênana ji bo hilbijartinê binirxîne. Ji kontrola Cemxaneyan wêdetir, dixwazin feraseta Tirk-Îslamî li ser cîhana Elewiyan ferz bikin. Bi rêya Pîrên ku wê êdî meaş bistînin wê feraseta Elewîtiya ku ji cewhera xwe ya dîrokî hatiye qetandin û asîmîle bûye, wê li Cemxaneyan têxin meriyetê.”

‘ERKA CERDEVANÊN GUND ÇI BE, WEZÎFEYA PÎRÊN BI MÛÇEYAN JÎ WÊ EW BE’

Oker anî ziman ku di çarçoveya vê projeyê de armanca nîqaş û nakokiyan di navbera Tevgera Elewiyan de çêbike heye û wiha dewam kir: “Piştî komkujiya Madimakê dewleta ku nekarî bi tevgera Elewiyê Tirk û Ewropayê ya ku bi awayekî xwezayî xwe bi rêxistin kir û têkoşiya û bi awayek girseyî temsîla civaka Elewiyan dike, bike bin kontrola xwe. Dewlet dixwaze ku bi vê vekirina nû tevgera Elewiyan bi siyaseta xêrxwaziyê parçe bike. Di nava civaka Kurd de peywira cerdevanan çi be, erka pîrên bi mûçeyan jî wê ew be.

‘GOTINA MALA TEMBÛRÊ WEK CEMXANEYAN, HINCETA QANÛNÎ YE’

Oker, destnîşan kir ku statûya Serokatiya Cemxaneyan û statûya Seroktiya Karên Dîyanetê wê wekî hev neyê dîtin, ev tişt bi xwe nêzîkatiya wan ya li hemberî Elewiyan eşkere dike û wiha got: “Ji ber ku Îslama siyasî Elewîtiyê wekî hînkirin û baweriyek nabîne, ji bilî qanûnên baweriya xwe rê nade ti hînkirinên din li mizgefta ku cihê îbadetxaneya wê ye bijî. Cemxaneyên me wek îbadetxaneyên baweriyên din nehesibînin. Ji ber vê sedemê ew Cemxane ne wekî cihê îbadetê, wekî cihê kombûna folklorî dihesibîne. Heya roja me ya îro jî bi navê ‘mala şahiyê’ ev feraset nîşan dane. Dema ku Cemxane bi Wezareta Çandê re were girêdan ev tê wateya ku Cemxaneyan wekî mala tembûrê dibînin û ji vî tiştî re hinceteke hiqûqî dibînin.”

Oker diyar kir ku divê Elewî û Saziyên Elewî li dijî vê projeyê têbikoşin û ev bang kir: “Divê ev qanûn bi awayekî radîkal bê redkirin. Divê kes nebe amûra vê dagirkirina xayînî. Cemxane û bi navê Elewiyên dewletê ku şirîkê vê operasyona desteserkirina Elewiyan in, divê ji aliyê gelê me ve bên eşkerekirin. Kesên ku bûne pîrên bi mûçe ên Erdogan, divê nekevin cemxaneyan. Bi dehan salan e ku em parêzvaniya jiyana hevbeş a hemû nasname û baweriyên cuda yên li ser axa Tirkiyeyê di nava şert û mercên wekhev de di nava aştî û biratiyê de dikin. Lê îro divê em bi hemû beşên civakî, bi taybetî jî Kurd, sosyalîst, kedkar û jinan, ku dê me ji van xerabiyan rizgar bikin, li hemberî vê vebûna dewletê, bêyî ku xwe bidin paş di têkoşînê de bi israr bin. Çawa ku me heta îro li qadan diqîriya; Divê em bi qîrîna dirûşma ‘Rizgarî tune ya bi tenê, yan bi hev re û yan jî ne yek ji me’ berdewam bikin.

DIVÊ ELEWÎ WEKE HEMWELATÎBÛNA WEKHEV BÊN QEBÛLKIRIN

Oker, anî ziman ku Elewî daxwaza hemwelatiya wekhev dikin û destnîşan kir ku di Destûra Bingehîn de bi fermî naskirina hebûna Elewiyan wê bibe destpêkek.

Ji bo avakirina hemwelatîbûna wekhev daxwazên xwe wiha rêz kir;

*Di kar û barên giştî de li dijî Elewiyan cudahî divê neyê kirin
*Divê pergala perwerdehiyê laîk, bi zimanê dayikê demokratîk û azadîxwaz be
*Dev ji ferzkirina olî bê berdan, baweriyan ji sivîlan re hiştin
*Divê dewlet ji bo qadên baweriyan çavkaniyên aborî veneke, her civak bi baweriya xwe û derfetên xwe pergala xwe ava bike û baweriya xwe bijîn,
*Divê navendên baweriya Elewiyan vegerînin Elewiyan
*Divê rojên pîroz ên Elewiyan werin qebûlkirin û weke cejneke giştî werin qebûlkirin
*Divê qadên jiyanê yên Elewiyan werin parastin
*Divê hevrûyî komkujiyên li dijî Elewiyan bêkirin
*Divê mafê îbadetê yê bi zimanê dayikê were parastin.”