Operasyona li Sêrtê didome

Hate ragihandin ku operasyona artêşa Tirk a li navçeya Tilo û navenda Sêrtê dayî destpêkirin didome.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Tilo û navenda Sêrtê dayî destpêkirin didome.

Hate diyar kirin operasyon li taxên Elmacik, Kargacik, Erenler, Alkûmre û gundên Çinarlisû, Hantrat, Akyayla û Taşbalta yên navçeya Tilo û gundê Koçlu yê navenda bajar û li derdora gundên Ekmekçiler û Bayraktepe ye.

Diyar bû jîngehên ku operasyon lê heye beriya niha ‘qedexeya derketina derve’ hatibû rakirin.