Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: Li Tekîrdagê 7 kes hatin girtin

Ji 15 kesên ku li Tekîrdagê di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 7 kes hatin girtin.

 Li Tekîrdagê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) jî di nav de 15 kes bi hinceta "endamtiya rêxistinê " û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Ji 15 kesên ku îfadeya wan li Edliyeya Tekîrdagê hat temamkirin 8 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 7 kes hatin girtin.

Hate hînbûn ku 6 ji kesên hatine girtin rêveberên parêzgeh û navçeyan ên DEM Partiyê ne. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Tekîrdagê.