Operasyonên qirkirina siyasî: Nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hatin destgîrkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di operasyona qirkirina siyasî de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di operasyona qirkirina siyasî de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê di serdegirtina malan hatin destgîrkirin.

Nûçegihanê MAyê Selman Guzelyuz li Peyasa Amedê û Hakan Yalçin jî li Wanê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Di serdegirtinê de polîsan dest danîn kovarên Modernîteya Demokratîk û Jineolojiyê û bi sedan pirtûkan.

Li Amedê jî polîsan girtin ser malan nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren. Piştî lêgerîna li nav malê nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Derya Ren hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger jî li Qosera Mêrdînê hate destgirkirin.

Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de avêt ser mala nûçegihanê MA’yê Emrullah Acar ê li Rihayê. Li malê lêgerîn hatin kirin û paşê Acar destgîr kirin. Her wiha polîsan avêt ser malbata Acar a li navçeya Kerborana Mêrdînê û gelek pirtûk desteserkirin.

Li Stenbolê jî polîsan avêt ser mala Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û gelek pirtûk desteser kirin. Piştî lêgerîna li malê Yûrtsever destgîr kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.