Osman Şenyaşar hate destgîrkirin
Osman Şenyaşar ê ku li Sirûcê birayê wî û 2 biraziyên wî ji aliyê parlementerê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû kuştin, li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hate destgîrkirin.
Osman Şenyaşar ê ku li Sirûcê birayê wî û 2 biraziyên wî ji aliyê parlementerê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû kuştin, li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hate destgîrkirin.
Li navçeya Sirûcê ya Rihayê di 14’ê Hezîranê de birayê Osman Şenyaşar; Haci Esvet Şenyaşar û du biraziyên wî yên bi navê Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû kuştin. Osman Şenyaşar îroli Stenbolê hate destgîrkirin.
Şenyaşar ê ku ji bo gereke kar çûbû derveyî welat, li balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bi hinceta ku doza wî heye, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Hate ragihandin ku Osman Şenyaşar li nezaretxaneya balefirgehê ye.