Parlamenterê HDP'ê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy li ser dîmenên êrîşên bi çekên kîmyewî ji ANF'ê re axivî. Hişyar Ozsoy anî ziman ku mesele bi lêkolîna heyeteke serbixwe ya li herêmê dikare zelal bibe.
'NÎQAŞÊN TÊNE KIRIN NÛ NÎNE'
Ozsoy ragihand ku nîqaşa li ser êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Herêma Kurdistana Federe nû nîne û anî ziman ku li herêma navborî 6-7 meh in şer heye, her wiha ji gundên li derdorê gelek sivîl ji ber gaza kîmyewî li nexweşxaneyan tedawî bûn. Ozsoy diyar kir ku di nava vê demê de du heyet çûn herêmê ji bo lêkolînê bike, lê belê destûr ji wan re nehate dayin û got, "Ji bo lêkolînkirina rewşa sivîlên ku tê gotin kîmyasalê bandor li wan kiriye, du heyetên cuda çûn herêmê. Lê mixabin Rêveberiya Herêmê ya Kurdistanê destûr neda ku heyet xwe bigihîne qadê. Rêvebereke ku bi xwe bûye mexdûrê êrîşa kîmyewî û komkujiya Helebceyê dîtiye; lewma helwesteke bi vî rengî ya vê rêveberiyê nayê qebûlkirin."
'BI GOTINÊN WEZÎRÊ PARASTINÊ EV REWŞ NIKARE BÊ NIXUMANDIN'
Ozsoy bi bîr xist ku dîmenekî mirovan şoq dike û li dijî mirovahiyê ye, hate weşandin û destnîşan kir ku îdîayên gelekî cidî hene, lewma ev rewş bi gotinên Wezîrê Parastinê nayê nixumandin. Ozsoy anî ziman ku yekane rêya pêşîgirtina li nîqaşan ew e ku heyeteke serbixwe biçe cihê bûyerê, lêkolînê bike û got, "Eger di vê mijarê de şik û guman bi wan re nîne, hingî bila pêşî li heyeteke serbixwe vekin ku biçe herêmê."
'FÎNCANCI DOKTOREKE KU XWEDÎ EXLAQÊ PÎŞEYÎ YE'
Ozsoy diyar kir ku Şebnem Korûr Fîncanci weke pisporeke tibê li ser vê mijarê nirxandin kir û nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Fîncanci da. Ozsoy ragihand ku Fîncanci doktoreke xwedî exlaqê pîşeyî ye û got, "Şebnem xoce dîmen ji aliyê pîşeyî ve şîrove kir û xwest bê lêkolîn. Tenê ji ber vê yekê Serokkomar Erdogan êrîşî wê û Selahattîn Demîrtaş kir, ku li ser twitterê di vê mijarê de daxuyanî da."
'MUXALEFET BI HELWESTA STATUKOPARÊZ A KLASÎK TEVGERIYA'
Ozsoy destnîşan kir ku di demeke wiha de muxalefet diviyabû qiyamet li ser van îdîayên cidî rakiribûya, lê belê mîna her carê helwesta statukoparêz, dewletparêz a klasîk nîşan da. Ozsoy komkujiya Dersimê bi bîr xist û got, "Nêzîkatiya ku dibêje, tiştekî bi vî rengî nîne, nehatiye kirin, rast nîne. Di dîroka Tirkiyeyê de li Dersimê mirov li şikeftan bi gazan hatin kuştin. Ev yek di qeydên fermî yên dewletê de hate gotin. Lê belê di rewşeke bi vî rengî de jî ji bilî Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû yê li ser mijarê pêşnûme pirs da, yên din hebû îdîa dikin ku 'tiştekî bi vî rengî nabe, nîne'. Lewma di vir de ya ku divê bê kirin ew e ku mîna Şebnem xoce got, bihêle heyeteke serbixwe ya navneteweyî, her wiha heyeteke serbixwe ya navneteweyî ku ji Tirkiyeyê jî pispor di nav de hebin, biçe herêmê û lêkolînê bike. Ji bilî vê yekê her gotinên têne gotin û nîqaşên têne kirin ji bo nixumandina mijarê ye, demagojî ye."
'HER KESÊ AŞTÎXWAZ, DIVÊ HEWL BIDE MESELEYA KURD ÇARESER BIKE'
Ozsoy ragihand ku dewletê ji berê ve her ku îradeya çareseriya meseleya Kurd winda kir, serî li her cûre rêbazên tundiyê da û destnîşan kir ku ji ber vê yekê gotina, 'Di çanda me de êşkence, cezakirin nîne' ya Wezîrê Parastinê ne cihê baweriyê ye. Ozsoy got, "Gelo gundên Kurdan nehatin şewitandin? Mirov li naverastê nehatin kuştin? Êşkence li cenazeyan jî nehate kirin? Ji salên 1990'î û vir ve di vê mijarê de bi qasî cîhanê arşîv heye. Niha Hûlûsî Akar ji jorê diaxive, dibêje ev nabe, filan tişt nabe. Lê belê hişê vî gelî heye. Ma wê li gotina te ya fermî binihêre, yan jî ji bîra xwe bawer bike? Me bi çavên xwe dît ku li naverasta gund êşkence li gundiyan hate kirin. Eşkere ye ku dewlet her gava îradeya çareseriya meseleya Kurd winda dike, serî li her cûre rêbazên tundiyê dike. Eger hûn pêşî li siyasetê bigirin, hûn ê pêşî li rêbazên tundiyê vekin. Ev yek bi qasî 2+2= 4 hêsan e. Bêguman hêvî û bendewariya me ji vê hikumetê nîne. Lê belê her kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê aştî, aramî pêk were, divê meseleya Kurd çareser bike. Naxwe 100 sal in li hemberî Kurdan şer tê kirin û bi vî rengî dewam bike wê 100 salên din jî dewam bike. Yên winda bikin jî wê gel bin. Yên li ser desthilatdariyê ne bi bikaranîna meseleyên bi vî rengî wê rêyekê peyda bikin ku li ser desthilatdariyê bimînin."
Ozsoy destnîşa kir ku wê vê mijarê bişopînin û ji bo lêkolînkirina bûyerê jî HDP bikeve nava hewldanan.