Ozturk Turkdogan: Tirkiye bûye welatê bêhiqûqiyê

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan anî ziman ku bêhiqûqiya sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.“

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de tên ragirtin di 27’ê Mijdarê de bi çalakiya greva birçîbûnê tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî“ bûn. Çalakiyên Nobeta Edaletê yên di çarçoveya pêngavê de bi pêşengiya malbatên girtiyan li bajarên cuda hatin destpêkirin jî, dewam dikin.

’BÊHIQÛQIYÊ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR‘

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan têkildarî mijarê axivî. Turkdogan anî ziman ku bêhiqûqiya sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Em gelek caran qanûna înfazê ya Tirkiyeyê rexne dikin, lê di vê qanûna înfazê de jî tu xalek ku rê li ber astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re veke, nîne. Ji ber vê yekê li vir rewşeke bêhiqûqiyê heye. Ew tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin ji tecrîda girankirî jî wêdetir e. Jixwe bêhiqûqî li Îmraliyê dest pê kiribû. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn niha bi cih naynin. Niha hatiye asteke wiha ku biryarên dadgeha herî bilind a vî welatî jî bi cih naynin.”

DAXWAZÊN REWA

Turkdogan bal kişand bi ser binpêkirinên mafan ên li girtîghan û wiha pê de çû: “Helwesta girtiyên siyasî yên di warê rakirina tecrîdê de bi rastî neynika Tirkiyeyê ye. Di vî warî de daxwazên wan ên rakirina tecrîdê daxwazên mafdar in. Em tenê bi perspektîfeke siyasî li mijarê nanêrin. Ev mijar, mijareke mafên mirovan e, meseleyeke hiqûqî ye. Em grevên birçîbûnê yên sala 2012’an bi bîr bixin, grevên birçîbûnê yên sala 2019’an bi bîr bixin û di vê navberê de gelek grevên birçîbûnê hatin kirin ku wê girtîgehên Tirkiyeyê wek girtîgehên ku grevên birçîbûnê lê dihatin kirin bên bîra mirov. Helbet binpêkirinên mafan ên din jî hene. Sepandinên taloqkirina cezayan, ne berdana girtiyên nexweş ên giran, îşkence û muameleya xerab tên kirin. Girtî ji ber li dijî lêgerînên tazî li ber xwe didin rastî îşkence û muameleya xerab tên, ji ber ku li dijî muayenekirina bi kelemçekirî derdikevin nayên muaynekirin. Ji ber vê yekê, em bi rastî bi pirsgirêkên bêhejmar re rû bi rû ne. Ne tenê tecrîd, bi tecrîdê re pirsgirêkên wiha jî divê bên axaftin.” 

’AKP-MHP TIRKIYEYÊ BER BI TOFANÊ VE DIBIN‘

Turkdogan anî ziman ku hikûmeta Tirkiyê û hevkarê wê zimanekî şer û pevçûnan bi kar tînin û diyar kir ku divê dev ji vî zimanî berdin û got: “Gotinên pir tûj a neteweperestiyê heye. Bi taybetî di tifaqa AKP-MHP’ê de em karakterê serdest ê MHP’ê di vê demê de dibînin û MHP ji vê yekê sûd werdigire. Berovajî vê em weke DEM Partiyê siyaseta aştiyê dimeşînin. Em dibêjin ku çareseriya vê pirsgirêkê, bi rakirina tecrîdê re pir hêsan dibe. Rê li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê vekin. Birêz Abdullah Ocalan çi difikire? Bila raya giştî ya demokratîk vê yekê hîn bibe. Bi gotineke din, wê derfet hebe ku polîtîkaya aştiyê were meşandin. Wateya wê ya siyasî ew qas hêsan e."

Turkdogan dazanîn ku nikarin gel ji mafên herî bingehîn bêpar bihêlin û wiha domand: “Partiya me biryarek dabû. Parlamenterên me bi awayekî komî li ser vê mijarê çûn Wezareta Dadê û hevdîtin kirin. Dîsa Serokwekîlên Koma me bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kirin. Daxwazên parlamenterên me bi rêya serlêdanan hene. Em niha li benda bersiva wezaretê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê ne. Em dem bi dem vê mijarê tînin rojevê, lê jixwe em jî partiyeke siyasî ne. Ji ber vê yekê hin zarokên gelê me di girtîgehê de ne, niha di greva birçîbûnê de ne û helbet malbatên wan jî li derve beşdarî xwepêşandanan dibin. Dîsa wekî hûn jî dizanin dayik Nobetên Aştiyê digirin. Weke partî helbet em ê li cem wan bin. Em ê daxuyaniyên xwe bidin. Her wiha em bi saziyên sivîl re di têkiliyê de ne. Ji bo ku di vê heyamê de tu pirsgirêk li girtîgehan dernekevin, çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ‘

Di dawiyê de Turkdogan destnîşan kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de pirsgirêka mafên mirovan e û wiha got: “Daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî mijareke mafên mirovan e. Yanî mesele daxwaza mafekî bingehîn e. Ne daxwazeke siyasî ye. Niha piştî ku ev pirsgirêk çareser bû, piştî ku muzakere dest pê kirin, em rûnin û di warê siyasî de li ser mijarê biaxivin. Lê niha em negihiştine wê qonaxê. Ger ez ne şaş bim di sala 2019’an de 9 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Hêvîdarim ku ev yek neyê jiyîn. Ji bo vê yekê divê demildest dawî li tecrîdê were.“