Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistane bi daxuyaniyeke nivîskî şermazar kir.
PÎK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd şerekî bêexlaqî û qirêj dimeşîne û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi şev û roj li Rojavayê Kurdistanê nexweşxane, embar, santralên enerjiyê, mal û warên Kurdan û hemû qadên jiyanî hedef digire û bombebaran dike. Di heman demê de li Başurê Kurdistanê jî şerekî hovane dimeşînê. Xuyaye ku dewleta Tirk li himberî gele Kurd komkujiyek daye destpêkirin.”
PÎK’ê bang li hemû partiyên Kurd û gelê Kurd kir ku li dijî dewleta Tirk bi ruhekî neteweyî tevbigerin û yekdengî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker derkevin.
PÎK’ê bêdengiya cihanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Hemû cihan li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd pêk tîne, bêdeng e. Banga me ji dewletên cihanê û dewletên aktoran re ew e ku çawa ji bo şerê di navbera dewleta Îsraîl û Hamasê de hesasiyetê nîşan didin, ji bo gelê Kurd jî nîşan bidin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Em li ser navê PÎK’ê ev êrîşên hovane ya dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên bêguneh ên Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”