Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê dîl girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an û heta niha tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.