Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin jî bi heman daxwazê serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivek erênî an jî neyînî bigirin.
Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin, ku çar sal di ser re derbas bûn.