Parêzer Yureklî: Saziyên navneteweyî naxwazin pirsgirêk çareser bibe

Parêzer Cengîz Yureklî serdana CPT’ê ya li Îmraliyê nirxand û got “CPT di 24 salan de derbarê rejîma Îmraliyê her tim xwestiye hêviyê bide û nerazîbûnan kêm bike. Dema ku vî tiştî dike jî bi awayekî piştgiriyê dide polîtîkaya hikumetê.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) piştî demeke dirêj çû Îmraliyê û çavdêriya rewşê kir. Lê derbarê çavdêriyên xwe tu daxuyanî neda. CPT diyar kir wê di nava 6 mehan de rapora xwe amade bike û ji ber biryara nepenîbûnê heke welat destûrê nedin ew ê agahiyan belav neke.

Cengîz Yureklî ku yek ji parêzerê Abdullah Ocalan e ev serdan û prosedur ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ligel ku ev serdan girîng e divê hevî bi saziyekê jî neyê girêdan. Yureklî got “CPT’ê diyar kir vê mehê ew çûne Îmraliyê. Beriya vê jî di sala 2019’an de dema ku grevên birçîbûnê derketibû asta herî jor, CPT’ê serdanek kiribû. Piştî sê sal û nîvan a niha dîsa serdanek kirin. Bêguman her hewldana derbarê şertên ne mirovî yên li Îmraliyê ji bo me gelekî bi qîmet e. Ev tiştekî erênî ye. Ligel ku rewş wisa ye, em dibînin wateyeke erênî lê hatiye barkirin. Ji ber ku piştî sê sal û nîvan CPT çûye Îmraliyê, ev tişt bi tena serê xwe problem e. Di bîst mehên vê sê sal û nîvî de ji xeynî axaftina bi telefonê ya di nîvî de qut bûbû, me ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tu agahî nestend. Derbarê tendirustî, ewlekarî û miameleyên li ser wan em tu agahiyan nizanin. Me ev tişt bi awayekî periyodîk ragihand ji CPT’ê re. Raya giştî jî di vî warî de zexteke mezin dikir. Dawiya dawîn vê serdana ku divê bi lezgînî bihata kirin, a niha pêk hat. Em derbarê muwekîlên xwe tu agahiyan nizanin. Nayê qebûlkirin ku derbarê tendirustî û ewlekariya muwekîlên me tu daxuyanî neyê kirin.

Divê em van xalan zelal bikin. Ciha ku CPT diçe wir, li wir îxtîmala potansiyela êşkenceyê heye. Heke CPT diçe serdanekê, nexwe li wir îxtîmala êşkence û kirinên dûrî rûmeta mirovahiyê hene. Ji ber vê CPT diçe Îmraliyê. Di raporên berê yên CPT’ê de ev rewş berê gelek caran hatiye teşhîrkirin. Ji bo ku ev rewş biqede, gelek pêşniyaz tê kirin. Rejîma tecrîda Îmraliyê 24 sal in hene. Ji ber vê divê CPT înisiyatîfê bistîne. Divê li gorî raporên xwe yên sala 1999’an be û înisiyatîfê bistîne. Ji bo vî tiştî rayeya wê heye.”

ÎNISIYATÎFA CPT’Ê

Yureklî diyar kir ku heke dewlet li gorî pêşniyazên CPT’ê rewşa heyî baştir neke, mafê CPT’ê heye ku daxuyaniyekê bide raya giştî û got “Ev sazî dikare li gorî peymannameya xwe ya avabûnê tevbigere, ji raya giştî re eşkere bike ku ligel hemû pêşniyaz û hişyariyan rejîma Îmraliyê û rewşa Ocalan neguheriye û hikumet di warê helwesta xwe ya dermirovî de israr dike. CPT dikare bibe ku saziyên navneteweyî, dewletên pêwendîdar, hikumet, saziyên sivîl ên civakî bi awayekî fermî di vî warî de bibin xwedî agahî. Bi şertê ku mirov zêde ne bendewar be, heke ji ber kirinên li dijî mafê mirovan zext were kirin wê ji bo sistkirina rejîma Îmraliyê di qada navneteweyî de rê li ber zexteke dîplomatîk veke. Bi kêmanî wê vê zemînê pêşkêş bike. Gelo CPT dikare vêya bike, dikare înisiyatîfê bistîne yan jî hêza wê têra vî tiştî dike, ev meseleyeke din e. Heke CPT bixwazî vî tiştî bike, hê ji sala 2003’an û vir ve di raporên xwe yên Îmraliyê de diyar kiribû ev rejîm nayê qebûlkirin. Di serdana wê ya sala 2007’an de jî ji ber ku di sê mehan de bi tenê 6 caran parêzer karine biçin serdanê wê rayeya xwe bi kar anî. Lê di 20 mehên dawîn de dev ji serdanê berde, têkiliya bi rêya nameyan jî pêk nehat. 20 meh in em ji rêzdar Ocalan û ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tu agahiyan nikarin bistînin. Di vir de ez dixwazim qala xala duyemîn bikin. CPT ji bo xêra tu kesî nehatiye. Jixwe divê ev serdan bikira. Divê ev serdan ji zû ve bikira û agahiyên rast bidaya raya giştî. Li girtîgeheke li gorî hiqûqa Ewropayê em qala rewşeke ku 20 meh in agahî nayê stendin dikin. Em nizanin ev rewş wê heta ku jî bidome. Ev ne rewşeke wisa sivik e.  CPT di serî de saziyên hiqûqê yên Ewropayê jî berpirsyar in.

CPT JÎ BERPIRSYARÊ REJÎMA ÎMRALIYÊ YE

Rejîma Îmraliyê ji sala 1999’an û vir heye û ruxmî CPT’ê hê jî heye. Heke em meseleyê kûr bikin em dikarin bibêjin bi hevkariya CPT’ê hebûna xwe didomîne. Divê em nekevin nav xefkeke wisa ku bibêjin CPT çû û pirsgirêk qediya. Heta ku mafê qanûnî yên rêzdar Ocalan û muwekîlên din ên li ba wî pêk were, serdanên malbat û parêzeran bi awayekî rûtîn li gorî qanûnan pêk were, daxwaz û israr mafê herî demokratîk e. Heta ku ev daxwaz pêk werin, CPT û saziyên din berpirsyar in, divê çareseriyê ji van daxwazan re ava bikin.”

Yureklî bal kişand meseleya bersiva di meha Îlonê de û got “Tişta ku em qal dikin ev ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji hikumeta Tirkiyeyê xwestibû. Ew mesele derbarê rewşa Komîteya Wezîran e. Serdana CPT’ê û rapora ku wê eşkere bike, prosedureke ji vêya cihêtir e. CPT divê rapora xwe ya derbarê çavdêrî, tespît û pêşniyazên xwe heta 6 mehan ava bike, vêya bide ber dengdana endam û rêvebirên xwe. Piştre vê raporê dişîne ji hikumetê re û heke hikumet destûrê bide, vê raporê eşkere dike.  Ev tişt ji hikumetê re tê hiştin. Heta ku ev pêvajo biqede, em ê nikaribin hîn bibin bê ka çavdêriyên CPT’ê li ser Îmrali û muwekîlên xwe çi ye. Mixabin pergala CPT’ê wisa ye, ji bo ku dewletan netengijîne polîtîkayeke wisa pasîf dike.”

Yureklî bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a di 20’ê Îlonê û got “Ev civîn ji salek berê ve eşkere bû ku wê were kirin û ji bo ku Tirkiye bersiva xwe pêşkêş bike, heta dawiya Îlonê demê dide. Ji bo ku di vê civînê de mafê hêviyê pêk neyê, polîtîkayeke bi qestî xuya dike.  Mantiqa sereke ev e ku vê meseleyê di nav demê de dirêj bike û çareseriyê bidomîne.

CPT NIKARE SERBIXWE TEVBIGERE

Di rejîma 24 salan a Îmraliyê de CPT’ê ev rê daye ber xwe ku hêviyê bide û bi vê re pêşiya nerazîbûnan bigire û bi awayekî piştgiriyê bide polîtîkayên hikumetê û mesele neyê çareserkirin. Ji dêvila ku azadiya hiqûqê û mafên wê esas bigirin, veşartina berpirsyariyê dibe metoda bingehîn. Çi CPT û çi jî Komîteya Wezîran girêdayî Konseya Ewropayê ne. Diyar e ku nikare ji dewletên ku ev avadanî ava kirine, serbixwe tevbigerin.

CPT jî mekanîzmayeke kontrolê ye ku girêdayî Konseya Ewropayê ye û karibe pêşiya êşkenceyê bigire. Lê di vê konjukturê de ku em qala şerê cîhanê yê sêyemîn dikin, gefên nukleer û pirsgirêkên enerjiyê dikin, mixabin peymanên siyasî, ekonomîk û leşkerî yên navdewletî, nêzikatiyên heq û azadiyê yên serbixwe bêwate dikin. Ev tişt di nêzikatiya CPT’ê de û di biryarên Komîteya Wezîran de jî xuya dike.”

HETA DOZA KURDAN ÇARESER NEBE WÊ PIRSGIRÊK BIDOMIN

Yureklî diyar kir dîroka du sed salî nîşan dide heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin wê pirsgirêk bidomin û got “Di vir de tişta sereke nedîtina pirsgirêka Kurdan û girtina rêya ber bi hemwelatiya azad û wekhev e. Ji ber ku pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka pergalê ye, tifaq û blokên cihê di bin xizmeta heman polîtîkayê de ne. Ji ber vê çepgir, rastgir, mûhafazakar û demokratên bi maske li hemberî rejîma Îmraliyê xemsar in.

Rêzdar Ocalan gelek caran diyar kir ku heke derfet were avakirin ew hêza çareseriyê ye. Di têkiliyeke biçûk a bi civakê re dikare civakê têxe tevgerê û pratîka demokrastiyê dixe meriyetê. Ji ber vê rejîma tecrîda mutleq hate avakirin û 20 meh in em nikarin ji rêzdar Ocalan agahiyan bistînin. Li aliyekî qanûn nayên bicihanîn em ê qala kîjan qanûnê bikin, li aliyekî maf nayên bikaranîn em ê kîjan mafî bixwazin, ji aliyekî em qala êşkenceyê dikin, hûn ê ji civakê re çi bibêjin?

Heke mirov vê miameleye dûrî hiqûqê ya li ser Ocalan nebîne, tê wateya ku di vê krîzê de para mirov jî heye. Ji bo ku kes nebe hevkarê sûc û di vê rewşa bêhiqûq de nebe xwedî par, ji bo avakirina civakeke mirov karibe wekî mirovan bijî û rojên azad, divê li hemberî rejîma Îmraliyê em dengê xwe bilindtir bikin.”