Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 34 meh in agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû kirin.

34 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên wî ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, bi hinceta “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake.