Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdanên parêzer û malbatên Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' têne astengkirin.