Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê bi îdîaya "cezayên dîsîplînê" têne astengkirin.