Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku ew jî li Îmraliyê tên ragirtin, serlêdan kirin.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.