Partiya Çepên Kesk ji nû ve avakirina xwe ragihand
Partiya Çepên Kesk ku HDP ji lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand.
Partiya Çepên Kesk ku HDP ji lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand.
Partiya Çepên Kesk ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand. Didem Betûl Goçer û Ahmet Asena bûn hevberdevkên partiyê û bi amblem û tîma nû derketin rê.
Partiyê der barê avakirina xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de daxuyanî da û ev tişt parve kir: “Li hemberî neheqî, nêzîkatiyên rêveberiya navendî û otorîter ên li welatê me, em ê careke din daxwazên xwe yên demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bilind bikin. Ev rêwîtiya nû ne bi tenê, bi hemû pêkhateyên mûxalefeta civakî re em ê li dijî rejîma yek zilamî xebata xwe berdewam bikin. Em rêxistinkirina têkoşîna hevpar weke karekî lezgîn dibînin.”
Di metna ku partiyê parve kir de, li dijî wêrankirin û talankirina xwezayê, edaleta civakî, demokrasî, wekhevî û azadiyê dîsa weke hedefên bingehîn hatin destnîşankirin.