Peyva ‘her bijî kurê min jî’ wek sûc hat hesibandin
Ji bo dayika ku ji kurê xwe yê li girtîgeha Kiriklarê re got, “Her bijî kurê min” 3 meh “qedexeya hevdîtinê” hat dayîn.
Ji bo dayika ku ji kurê xwe yê li girtîgeha Kiriklarê re got, “Her bijî kurê min” 3 meh “qedexeya hevdîtinê” hat dayîn.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê li pêkanînên keyfî yeke nû hat zêdekirin. Dayika ku çûbû hevdîtina kurê xwe, ji ber ku bi Kurdî got "Her bijî kurê min" qedexeya hevdîtinê hat dayîn.
Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê di nameyekê de ku ji Serokwekîla koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş re şandin, binpêkirinên mafan yên li girtîgehê vegotin.
Di nameya 5 girtiyan de hat gotin ku dayika girtiyekî ji ber ku bi Kurdî gotiye "Her bijî kurê min" 3 meh cezayê "qedexeya hevdîtinê" hatiye dayîn.
Her wiha der barê girtiyên ku binpêkirinên mafan bi dirûşmeyên Kurdî protesto kirin de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Di lêpirsînê de hat diyarkirin ku hevokên ku di Kurdî de hatine bikaranîn wek “zimanê nenas” hatine nivîsandin.