Pîrên Elewiyan û alimên olî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Pîrên Elewiyan û alimên olî gotin: “Divê birêz Abdullah Ocalan demildest azad bibe.”

Pîrên Elewiyan û alimên olî têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglûyê daxuyanî dan. Gelek pîrên elewiyan û alimên olî tevlî daxuyaniyê bûn.

Alimê olî Bedrettîn Gunay ê di daxuyaniyê de axivî bal kişand ser êrîşên li dijî Îsraîl û Filistînê û bertek nîşanî qetilkirina sivîlan da. Gunay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat û aqlê dewletê yê Îsraîlê bi zalimtiyê sûcdar dike û îdia dike li cem gelê Filistînê yê mazlûm e li dijî gelê Kurd ku hebûna wan înkar dike polîtîkayên şer ên pir alî kûrtir dike.” Gunay, diyar kir ku bi polîtîkayên cihekariyê yên li dijî elewî û Kurdên “ne hemwelatiyên pergalê yên maqûl in” sûcê mirovahiyê tê kirin.

Gunay, bal kişand ser êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pirsa “Rêya ‘desthilata îslamîst’ ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên şer didomîne, xutbe û weazên Kurdî qedexe dike, alimên olî yên ji ber xutbe û mewlîda Kurdî xwendin girtin û darizandin, îbadetxaneyên elewiyan qebûl nake û rêya Hz. Muhammed ne li dijî hev e?” pirs kir.

Gunay, bi lêv kir ku desthilat “nikare zilm û neheqiya xwe bi olî veşêre” û destnîşan kir ku li cihekî aştî û edalet lê nebe, nikare behsa Îslam û mirovahiyê were kirin.

Gunay, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, neberdana girtiyên nexweş û êrîşên li dijî cenazeyan da û got: “Nabe ku ji saziyeke ji texrîbkirina goran, êşkencekirina cenazeyan re bêdeng dimîne, heta dipejirîne bibêjin ‘Îslamî’. Şandina cenazeyan a rêya posteyê an jî bi qotiyan didin malbatan ne bêwijdanî ye?”

Gunay, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqî, siyasî, wijdanî û exlaqî ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn îşaret bi Abdullah Ocalan kir. Gunay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan ne şexsekî ji rêzê ye. Zanyarekî ku bi milyonan mirov jê re dibêjin vîna min e û bi milyonan mirov ji bo azadiya wî çalakî û aktîvîteyan li dar dixin e. Tevî pergala tecrîd û êşkenceyê fikrên birêz Abdullah Ocalan her firsendê aştiyê tîne ziman û felsefeyeke hewldana aştiyê ne. Muxatabê çareseriya mutleq a pirsgirêka Kurd jî birêz Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn azadiya birêz Abdullah Ocalan bivê nevê ye û her firsendê dibêjin ku divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Gunay ê xwest ku tecrîda li Îmraliyê were rakirin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku şerên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û şerên navxweyî xelas bibin divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan ên şênber ên li dijî krîzên piralî û pirsgirêka Kurd hene. Em baweriyê bi vê tînin. Divê demildest ji serlêdanan re bersiv were dayîn. Heta ku birêz Ocalan azad nebe gel azad nabin û demokrasî nayê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Em bang li herkesê dikin ku ji bo avakirina aştiya weke nan û avê girîng e hestiyar bin.”

Pîrê Elewiyan Huseyîn Esen jî wiha got: “Kesên li dijî zaliman bêdeng dimînin hevkarên wî yên sûc in.” Ev rewş bandorê li jiyana me dike. Ji ber ku gelek tişt ji rêzê dibin. Me dît ku gelek mirovan li Filistînê jiyana xwe ji dest dan. Îro ji ber ku li ser axa me gelê Kurd mafên xwe, mafê perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin zilm dibînin û tên înkarkirin. Heke ev pirsgirêk di dema xwe de neyê çareserkirin dê weke şerê Filistîn û Îsraîlê lê were. Ji ber wê yekê ya dikeve berê me ew e ku aştiyê bînin ziman.”