Piştî kongreya HDP’ê 11 kes hatin destgîrkirin

Piştî Kongreya HDP’ê 11 kesên di beşa teknîkî ya deng de dixebitîn, hatin destgîrkirin.

Piştî bidawîbûna Kongreya Asayî ya 4’emîn a HDP’ê 11 kesên di beşa teknîkî ya deng de dixebitîn, hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku ev kes endamên şîrketê ne û destûr nehatiye dayîn ku rojnamger wêneyan bigirin.

Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.