Polîsan avêtin ser Kovara Yuruyuş

Polîsên Tirk avêtin ser navenda Kovara Yuruyuş a li Sûltangazî ya Stenbolê.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, serdegirtin danê vê sibehê hate kirin. Hêzên taybet ên polîsên Tirk tevî tîmên arkujî û helîkoptear polîsan avêtin ser kovarê.

Bi wesayitên zirxî yên polîsan û TOMA'yê jî dor li herêma kovar lê ye hate girtin. Polîs ketin avahiya kovarê û hin kesên ku navê wan nehate zanîn destgîr kirin.