Polîsan êrîşê nobeta xizmên girtiyan kir

Polîsan, êrîşê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir û du kes destgîr kirin.

Nobeta Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ve hat destpêkirin, di hefteya 31’emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê dewam kir. Vê hefteyê, Fînce Akman a dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Tîpa F a bi hejmar 3 ya Sîlîvriyê de girtî û Cemîle Karakaş a dayika Hemgîn Karakaş ê sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatiye kirin, tev li nobetê bûn.

Beriya nobetê, bi dehan polîsan, dor li edliyeyê, Akman û Karakaş girt. Polîsan, bi hinceta biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê, nehişt malbat daxuyaniyê bidin. Malbatan, bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Polîsan nehişt ku rojnamevan dîmenan bigirin, ew derb kirin, ji qada nobetê dûr kirin û dor li xizmên girtiyan girtin.

Fînce Akman a xizmek ji xizmên girtiyan, wiha got: “Bes e êdî, her roj zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Ewqas polîs tên vê derê, em mirov in, bes e ewqas êşkence. Ji xeynê xwestina edaletê me çi kiriye?’’

Dema ku Akman û Karakaş ku ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin, li wesayîta destgîrkirinê hatin siwarkirin, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.