Polîsan êrîşî gel kir, cenaze cara duyan revandin

Cara duyemîn cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, hate revandin.

Polîsan êrîş bire ser girseya ku piştî merazîma li Mala Cemê ya Gazî û şûnde xwestin ber bi Goristana Gaziyê ve bimeşin kirin. Polîsên bi gaza bîberê û guleyên plastîk êrîş kirin, wesayîta cenaze revandin.

Girse tevî êrîşê jî ber bi goristanê ve meşiyan.

Polîsan saetên sibehê cenaze ji ATK’ê revndibû û biribû Mala Cemê ya Gazî.