Qanûna Sansurê li Rojnameya Fermî hate weşandin
'Qanûna Sansurê' ya ku desthilatdariyê amade kir, mîna ku dihate payin ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve hate erêkirin û li Rojnameya Fermî hate weşandin.
'Qanûna Sansurê' ya ku desthilatdariyê amade kir, mîna ku dihate payin ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve hate erêkirin û li Rojnameya Fermî hate weşandin.
Qanûna Sanurê ku bi dengê AKP'ê û hevalbendê wê yê nijadperest MHP'ê li meclîsê hate qebûlkirin, piştî ku ji aliyê Erdogan ve hate erêkirin li Rojnameya Fermî hate weşandin.
Hin ji hikumên qanûnê wê ji 1'ê Çileyê û 1'ê Nîsana 2023'an û pê ve bikevin meriyetê.
Qanûna ku bi taybetî li dijî weşangeriya muxalîf û weşangeriya înternetê ya serbixwe hate amadekirin, gefeke mezin li azadiya ramanê û parvekirinên bikarhênerên medya dîjîtal dixwe.
Bi rêya vê qanûnê, rejîma Erdogan bi navê 'belavkirina agahiyên şaş li nava gel' sûcek ji ber xwe ve çêkir.