QSD: Êrîşên dagirkeriyê didomin; herî kêm 15 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê encamên êrîşên dagirkeriyê yên roja 13'an eşkere kir ku li gel agirbestê jî didomin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di dîroka 21`ê Cotmehê de careke din rêkeftina agirbestê bin pê kir û li gelek herêman bi balafirên bê mirov êrîş bir li ser çeperên şervanên QSDê.

SERÊKANIYÊ

Artêşa dagirker li gundên Ebû Rasen, Morêks, Mişrefa û Menacir gelek caran hewl da ku êrîş bibe ser çeperên hêzên me. Komên çete bi seyareyên zirxî û çekên giran êrîşî van gundan kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan, di encam de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û panzereke wan hate îmhakirin. Her wiha çeteyên ku dixwestin êrîşî bendên kontrolê yên nêzî Til Temir bikin rastî bersiva hêzên me hatin.

AMÛDÊ

Komên çete yên ku dixwestin sînor derbas bikin û herêmên nû dagir bikin rastî bersiva hêzên me hatin. Di bersivdan şervanên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û panzerek hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser rêka Til Temir bi balafirên bê mirov êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de hevalek me şehîd ket, 3 hevalên me brîndar bûn. Dîsa artêşa dagirker li rojavayê bajarê Dirbêsiyê bi balafirên bê mirov êrîş bir ser çeperên hêzên me û welatiyên sîvîl. Di van êrîşan de hevalek me şehîd ket û ziyanên madî gihîşt malên gundiyan. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan.

EYN ÎSA

Komên çete xwestin bi alîkariya seyareyên zirxî û çekên giran êrîş bibin ser gundên Mişrafa û Berberiyê. Hêzên me bersiva van êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Li heman herêmê di encama êrîşên hewayî de 2 hevalên me şehîd ketin.

Di êrîşên artêşa dagirker û di encama bersivdana hêzên me de bi kêmanî 15 çete hatin kuştin, 2 panzer hatin rûxandin.

Di berxwedanê de 7 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 10 hevalên me brîndar bûn."