Rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat giran dibe

Rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Seyfettîn Demhat giran dibe. Ji malbata Demhat Şengul Marti diyar kir ku dewleta Tirk li girtîgehan sûc dike û têkildarî çalakiyên ji bo girtiyên Kurd têne lidarxistin banga piştgiriyê kir.

Girtiyê nexweş Demhat ku ji ber stres û pirsgirêkên şert û mercên girtîgehê nexweşiya wî lê giran bûye, êşên li masûlke û movik zêde bûne. Her wiha timî spazma dil derbas dike, ji ber ku liv û tevger nîne di stu û pişta wî de nexweşî der bûne.

Ji malbata Seyfettîn Demhat Şengul Marti anî ziman ku tevî nexweşiyên giran jî kekê wê 9 sal in li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin. Marti ragihand ku nexweşiya FMF a kekê wê zêde bûye, li tevahiya bedena wî belav bûye û got, "Ji bo gurçikên wî bixebite dermanekî bi kar tîne, lê belê tevî ku doktor got 'ev derman êdî bi kêr nayê, têrê nake' tenê bi wî dermanî tê tedawîkirin. Derziyên lê hatine xistin jî li bedena wî bû sedema alerjiyê, bandoreke neyînî li xwînê kir. Kekê min ne girtiyekî welê ye ku karibe li girtîgehê bimîne. Lê mixabin li girtîgehê stres heye, xwarineke têrker nîne, nikare bi têrkerî razê, hewa paqij nîne. Ji bo karibe baş bibe pêwîstiya wî bi van tiştan heye. Lê belê rêveberiya girtîgehê ji doktor dixwaze ku rapora 'dikare li vir bimîne' bide û êşkence, tecrîd lê tê kirin."

Marti bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û got, "Divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya li derve derkeve. Em dixwazin piştgirî ji vê yekê re bê dayin. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşîneke mafdar e. Hevalên me yên girtî hemû dîlgirtî ne. Bêguman nabe ku em vê têkoşîna mafdar tenê ji girtiyan re bihêlin, divê em wan bi tenê nehêlin. Weke gel divê em bibin yek. Bi çalakiyên xwe divê em li cîhanê deng vedin. Dixwazim Rêbertî û hemû girtiyên me tavilê bêne berdan. Kekê min û gelek nexweşên giran ên mîna wî hene. Ev yek ji sûcê li dijî mirovahiyê jî girantir e. Em bang li dewletê dikin; êdî bes e."