Rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kaya giran e
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Engîn Aktaş û Abdûlalîm Kaya giran e û xwestin demildest werin berdan.
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Engîn Aktaş û Abdûlalîm Kaya giran e û xwestin demildest werin berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 614’emîn çalakiya “Rûniştina F’yê” ku her hefte pêk tînin, li ber avahiya şaxa xwe li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran ê astengdar Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş were berdan” hatin vekirin de dirûşmeyên “Bila Ergîn Aktaş were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û ji bilî Dayikên/Mirovên Şemiyê aktîvîstên mafên mirovan tev li bûn.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars daxuyanî xwend. Bars, da zanîn ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin hene û diyar kir ku ne di rewşeke ku bikare pêdiviyên xwe, xwe bi xwe pêşwazî bike de ye. Bars a qala pirsgirêkên tenduristiyê yên Bars kirin wiha got: “Destê wî yê çepê ji enîşkê ve, yê rastê jî ji zendê ve nîne û nikare bi tena xwe serê xwe li xwe binêre. Girtiyekî astengdar e. Ji bilî vê astengdariyê nexweşê KOAH’ê ye û pirsgirêkên wî yên girêdayî vê nexweşiyê berdewam dikin.”
Bars, bi lêv kir ku ji roja Aktaş hatiye girtin ve sirgunî gelek girtîgehan hatiye kirin û anî ziman ku di vê demê de bi nexweşiyên KOAH’ê û kimê ketiye. Bars, destnîşan kir ku aktaş di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de tê ragirtin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku derbasî odeya 3 kesî bibe, neçare maye ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. Di demekî dirêj yek felç yê din jî di nav nivînan de bi du girtiyên astengdar re maye û li hev dû nêrîne û wiha jiyane.”
BERDANA WÎ 6 CARAN HATE TALOQKIRIN
Bars, da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Aktaş ji sala 2013’an ve cuda cuda 6 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û bi lêv kir ku ji ber rapora “ewlehiyê” ya peyva “bixeter” tê de cih digire ya miduriyeta polîsan nayê berdan.
‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’
Parêzer Gulîzar Tûncer jî da zanîn ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye dayîn û biryar nehatiye qebûlkirin û doz biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwaza “tedbîrê” hatiye kirin. Tûncer wiha dewam kir: “Ji ber astengdariya xwe nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ragirtina Ergîn Aktaş ê nexweşê KOAH’ê ye ya li girtîgehê rîskeke giran a tenduristiyê û jiyanê derdixîne holê.”
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 486’an a daxuyaniyên çapemeniyê de ku ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin, careke din hatin bahev. Di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate lidarxistin de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate vekirin.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ku li girtîgehan 651 jê giran hezar 517 girtiyên nexweş hene û bal kişand ku di sala 2023’yan de 23 ji ber nexweşiyan herî kêm 41 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen, diyar kir ku ev mirinên di girtîgehan de çêdibin dikare pêşî li wan were girtin.
Çevîrmen, piştre rewşa Abdûlalîm Kaya yê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tê ragirtin parve kir.
‘RAPORA JI SEDÎ 93 DANÊ’
Çevîrmen, bi bîr xist ku ji bo girtiyê nexweş Abdûlalîm Kaya di nava salê de du caran bang kirine û pêvajoya girtin û dermankirina Kaya kir. Çevîrmen a anî ziman ku Kaya yê di sala 2021’an de rapora ji sedî 91 danê di heman demê de nexweşiya prostatê û pirsgirêkên dîtin û bihîstînê pê re hene, qala nexweşiyên Kaya kir. Kaya da zanîn ku di 12’ê cotmeha 2022’yan de ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve ji sedî 93 rapora astengdariyê hatiye dayîn.
‘TEVÎ NEXWEŞIYÊN XWE YÊN GIRAN DÎSA HATE GIRTIN’
Çevîrmen, bi lêv kir ku daxwazên malbatê û ÎHD’ê yên têkildarî berdana Kaya hatin paşguhkirin û ev tişt gotin: “Abdûlalîm Kaya tevî nexweşiyên xwe yên giran di 31’ê adara 2023’yan de dîsa hate girtin û xistin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Ji ber nexweşiyên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hatiye kirin, li vir meh û nîvan bi tena serê xwe hatiye ragirtin û ev rewş nebaştir bûye. Ji ber rewşa wî xerab bû û bi tena serê dihate ragirtin malbata wî serlêdan kir ku dîsa bînin Batmanê û beriya 5 mehan anîn Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Saziya Tiba Edlî di 31’ê tebaxa 2023’yan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Rêveberiya girtîgehê jî ji ber ku pîre ji bo di çarçoveya Danezana Serokkomariyê de were berdan kirariyên fermî pêk anîne.”
Çevîrmen, diyar kir ku Kaya nikare di girtîgehê de bimîne û ji bo li cem malbata xwe bi şert û mercên bitenduristtir were dermankirin, bê berdan.