Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi daxuyaniyekê îşaret bi bûyera duh bi şev li girtîgeha Evîn a li Tehrana paytext kir û got ku wezareta dadê ya Îranê eşkere kiriye ku di wê bûyerê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 61 girtî birîndar bûne, 10 birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa çar ji wan giran e.
Di daxuyaniya rêxistinê de hat gotin ku rejima Îranê rastiya bûyerê û encama wê bi raya giştî re parve nake. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji bo rastiya bûyerê were zanîn dixwaze ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de lêpirsîn û lêkolîn li ser bûyerê bên kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku îro (16’ê Cotmehê) gengeşî di navbera girtiyan û hêzên ewlehiyê yên girtîgeha navendî ya bajarê Reşt (Lakan) de derketiye. Li gor agahiyên nehatine piştraskirin, 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, têkildarê bûyerê û nasnameyên kesên mirine de tu agahiyek bi destên rêxistinê neketiye.