Ridvan Yûsûfoglû yê 32 salan girtî bû, hate berdan

Ridvan Yûsûfoglû piştî 32 salên girtîgehê hat berdan.

Ridvan Yûsûfoglû hat berdan ku li Mêrdînê di sala 1992'yan de û bi hinceta "xerakirina aramî û yekîtiya dewletê" hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Yûsûfoglû ji Girtîgeha Tîpa T ya Depa Xarpêtê hat tehliyekirin. 

Ridvan Yûsûfoglû ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat pêşwazîkirin. Yûsûfoglû li gel  malbata xwe ber bi bajarê xwe Silopiyayê ve bi rê ket.

Ridvan Yûsûfoglû di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan de cih digirt.