'Roja dawî ye, bila her kes dengê xwe bide'

Endamê HDK-Belçîka Mûstafa Pazarcik bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat kir ku biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dengdana li derveyî welat îro danê êvarê diqede. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Belçîkayê diçin navendên dengdanê û dengê xwe didin.

Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan li Belçîkayê (HDK-Belçîka) Mûstafa Pazarcik bang li dengdêran kir ku yên mayî jî îro dengê xwe bidin.

Pazarcik destnîşan kir ku li Belçîkayê potansiyeleke mezin heye û ji dengdêran xwest dengê xwe bidin.