ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên Roja Xwendinê ya 10'ê Kanûnê ku ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ragihandin, wê bêne şopandin.

- Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Nejbîr Sîîrt got, "Hêza me heye ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û zemîna çareseriya pirsgirêka kurd biafirînin" û ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyan û têkoşîna rêxistinbûyî bang kir.

- Hevserokê ÎHD'ê Kuçukbalaban bal kişand ser maliyeta aborî, siyasî û mirovî ya şerê hikumeta Tirk ku ji sala 2015'an ve dimeşîne û got, halbûkî mesele dikare bi diyalogê bê çareserkirin.

- Ji damezrînerên MKG'ê Roza Metîna anî ziman ku dewlet bi rêk û pêk êrîşî rojnamevanên jin ên Kurd dike û işaret bi girîngiya rêxistinbûnê kir.

- Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn ragihand ku madeyên narkotîk bi zanebûn li bajarên Kurdan têne belavkirin û got, ciwan ji bo narkotîkê têne teşwîqkirin û bi vî rengî ji sekna polîtîk têne dûrxistin.