ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hîndekara Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.
- Çalakiya Nobeda Edaletê ya Wan TUHAY-DER'ê di roja 7'an de ye. Dayikan bang li hikumetê kirin ku daxwazên girtiyan qebûl bike.
- Heta ku nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan neyê fêhmkirin, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn nikare bi temamî pêk were. Nirxandina Cîhan Eren.
- Elî Osman di sala 1988'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û ji hingî ve têkoşîna xwe dewam dike.
- Girtiyê anarşîst şoreşger Dîmîtrîs Chatzîvasîleîadîs ji bo piştgiriya bi girtiyên Kurd re kete greva birçîbûnê û diyar kir ku piştevanî ji bo wî wezîfe ye.