ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Serokê berê yê CPT Maûro Palma anî ziman ku şert û mercên Abdullah Ocalan tê de ye li dijî mirovahiyê ne û got, "Ez daxwaza azadiya Ocalan dikim, ji ber ku Abdullah Ocalan nûnerê rastiyeke dîrokî ye."

- Afîfe Kartal ku kurê wê yê girtî di greva birçîbûnê de ye û ew jî li Nobeda Edaletê ye wiha axivî, "Di rewşekê de ku zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, em çawa dikarin li malê bi rehetî rûnên?"

- Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnûs anî ziman ku ew sîstema avakirin û parastinê her tim bi hev re dimeşînin û got, "Saziyên Rêveberiya Xweser û gelê me li gorî şer, ambargo û êrîşan hatine birêxistinkirin."

- Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel wê bi Hevserokên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike.

- Gerîlayekî ku tevlî oprasyona şoreşgerî bû: "Her tiştên artêşa Tirk hene, lê belê hin tiştên me hene ku bi wan re nîne. Ew jî îrade, fedakarî û biryardariya li ser armanca xwe ye. Yanî fedaîtî ye." Çavdêriya Amargî Arhat Ba.