ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji Çep a Ewropayê Vîncent Boûlet destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got, "Ev daxwaza azadiyê ku ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên cîhanê pêwîst e, divê bê mezinkirin."

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' banga tevlîbûnê kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîerketina li xwe ye."

Endama Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê modeleke alternatîf pêşkêşî Sûriye û hemû herêmê dike û anî ziman, ji bo gelan û jinan wê bibe mîladeke nû.

Gerîlayê HPG'ê Gelhat Gabar ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê her tim li ber xwe bidin û destnîşan kir ku heta gerîlayek hebe wê dijmin nikaribe li çiyayên Kurdistanê bi rehetî bimîne.

Rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Seyfettîn Demhat giran dibe. Ji malbata Demhat Şengul Marti diyar kir ku dewleta Tirk li girtîgehan sûc dike û têkildarî çalakiyên ji bo girtiyên Kurd têne lidarxistin banga piştgiriyê kir.