ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Mijdara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Mijdara 2019'an.
Rewşa dawî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.
Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya ragihand ku wê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê dakevin qadan û got, "Em ê bi rêxistinbûnê li dijî zimanê tundiyê têbikoşin."
FEDA: Seyît Riza û hevalên wî yên pêşeng qetil kirin û bi vî rengî xwestin berxwedanê bê pêşeng bihêlin û qirkirinê bikin. Heman zîhniyet niha jî heye.
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro got, "Eger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekê, lê belê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin."
Li gorî Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser Osê, eger wê 'herêmeke ewle' bê avakirin jî divê dewleta Tirk di nav de nebe, divê di kontrola hêzeke navneteweyî de be, qada hewayî bê qedexekirin û di asta navneteweyî de temînatê bidin gel.