ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê werin şopandin.

- Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Îsmaîl Kîno destnîşan kir ku divê hêzên çep û sosyalîst li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

- KCDK-E'yê anî ziman ku ji komkujiya li Bartinê ya ku 41 karker hatin kuştin, desthilatdariya AKP-MHP'ê berpirsyar e.

Dêra Sûrp Sarkîs a Ermenan ku li navçeya Sûr a dîrokî ye, li hemberî hilweşînê li ber xwe dide.

- Yahhya ku albûma xwe ya destpêkê ya bi navê Dereng gihand ber destê hezkiriyên muzîkê, anî ziman ku muzîka wî ji çand û çîrokên ji erdnîgara me ye.

- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku hejmara mirovên ketin bin bandora birçîbûnê, di nava sê salên dawî de bi du qatî zêde bûye.