ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bêne şopandin.

- Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê Jassem al-Falahî got, qirêjiya ji ber hilberîna petrolê rû dide li Basra û derdora wê sedema bingehîn a zêdebûna rêjeya kanserê ye.

- Komên piştevaniya gelê Kurd ên li Latîn Emerîkayê rojên fîlmên Kurd organîze kirin. Fîlmên Kurd cara yekemîn li vê parzemînê hatin nîşandan. Tevî vê yekê jî gelekî bal kişand.

- Ne Simko Serhildan bû lehengê destpêkê yê Rojhilat, ne jî Simko Sûrkêw bû yê dawî. Ev xelk ji bo parastina xaka xwe bi hezaran Simkoyan mezin dike.

- Rêşad Sorgul dibêje, wî gelek varyantên Zembîlfiroş kom kirine, hemû hûrûkûr xwendine, ji wan gişan çîrokeke nû bi awayekî beraqil hûnandiye.

- Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jinên li qadên bejahî dimînin zêde dixebitin, zêde hildiberînin, lê kêm qezenç dikin û bi têrkerî nikarin xwe xwedî bikin.