ROJEVA 2’Ê ÇILEYA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Derhênera Fransî Mylene Saûloy ku li ser tevgera Kurd filmên wê hene, diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd mînakek e û got: “Ocalan hem di warê teorîk, hem jî pratîk de ji bo têkoşîna jinan pêşengekî rast e.”

- Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku serlêdana jinan a ji bo namzetiyê ji sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire re peyameke girîng e.

- Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk diyar kir ku gelê Bedlîsê timî li vîna xwe xwedî derketiye û wê di hilbijartinên herêmî de jî xwedî derkevin.