ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Li ser êrîşên bi bombeyê qedexekirî, ku artêşa Tirk li dijî gerîla bi kar tîne, du dîmenên din hatin weşandin.

- Daxuyanî û çalakiyên li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî kiriye, wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê wê werin şopandin.

- Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bên şopandin.

- Rastiya faşîst a dewleta Tirk, ku ji aliyê taktîkî ve nû, ji aliyê stratejîk ve nayê guhertin, li Efrîn a dagirkirî bi şerê navbera çeteyan careke din eşkere bû.

- Alîkarê Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Evdilselam Hemsorik anî ziman ku DAÎŞ'ê bajar xera kiribû û got, wan bajar kirine bajarê aştî û yekîtiyê.

- Kampa ku hezar û 260 malbatên ji Girê Spî lê dimînin, li gel gelek pirsgirêk û kêmasiyan jî li benda roja bidawîkirina dagirkeriyê ye.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gundên Colemêrgê yên beriya niha hatine valakirin qeyda Sûriyeyî û leşker û polîsan çêdike.