ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Dîmenên nû yên êrîşên dewleta Tirk gihîşt ajansa me, ku nîşan didin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombeyên qedexekirî bi kar tîne.
- Daxuyanî û çalakiyên li hemberî komkujiyên bi çekên kîmyewî wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên kîmyewî rabe ser piyan. Karasû helwesta PDK'ê jî weke 'cihê şermê' pênase kir.
- Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu bi bîr xist ku Wezîrê Parastinê yê Millî Hûlûsî Akar di dema operasyona Garê de li meclîsê diyar kir ku li hemberî HPG'iyan çekên kîmyewî têne bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek mikurhatina li sûc e.
- Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Danîmarkayê, eşkere kir ku di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de piştgiriyê bide kîjan namzetan.
- Jinên Colemêrgî fêkiyên bexçeyên xwe hişk dikin û difiroşin. Di vê kirîn û firotinê de pere nayê bikaranîn. Di berdêla fêkiyan de alavên malê û mitbexê têne kirîn.