ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Daxuyanî û çalakiyên li hemberî komkujiyên bi çekên kîmyewî wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Berxwedan Amed ê fedayî yê ku nûnertiya xeta berxwedanê ya li Girê Spî dike, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, bi ruhê Arîn û Îlanan bombeya xwe hembêz kir.
- Vesfiya Mehmûd Beşîr a ku keça wê Rûksen Zagros di êrîşa kîmyewî de şehîd bûbû, got, “Destê PDK’ê di xwîna keça min de heye. Helbet wê rojekê tola van şehîdan bê hilanîn.”
- Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê li Wanê di warê xwedîkirina heywanan de, zehmetî çêdibin. Hema bibêje li bajêr karê xwedîkirina heywanan qediyaye û kesên heywanan xwedî dikin neçar dimînin ku piraniya dema xwe vala derbas bikin.
- Hikûmeta Elmanyayê bersiva pêşniyara Partiya Çep a têkildarî sûcên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk da û got, "Tirkiye di nava mekanîzmaya çavdêriyê ya OPCW'ê de ye."
- Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok, anî ziman ku beriya ku 'qanûna sansurê' derkeve mûxalefet nekarî bi awayekî têrker polîtîkayan pêş bixîne, anîna wê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî têr nake.
- Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî bal kişand ser astengiyên civaka Êzidî û diyar kir ku xelkê Êzidî dixwazin vegerin ser erdê xwe lê ji aliyê Iraq û Başûrê Kurdistanê ve astengî ji bo wan tê çêkirin.