ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrîşên artêşa Tirk li Xakurkê şerê îradeyê dikin gotin, "Li çeperên berxwedanê yên Xakurkê şervanên Bêrîtan hene."
- Eşkere bû ku ji 14'ê Adarê dema destpêkirina hikumeta nû ya Merkel û vir ve, bi rejîma Enqereyê re heta niha bi buhayê nîv milyon Euroyî 5 peymanên çekan hatiye kirin.
- Redkarê wijdanî û aktîvîstê aştiyê Yannîs Yaylali diyar kir ku di dema Osmaniyan de Potnûsî jî mîna rewşa niha ya Kurdan hatine qirkirin û got, "Eger em bûn taştê, Kurd jî bûn xwarina nîvro."
- Lêkolînerê Elman Jacob Schewe bal kişand ser pêwendiya barana mûsonê bi guhertina avhewayê re ku li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê 410 kes ji ber wê jiyana xwe ji dest dan.