ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy têkildarî nîqaşên li ser bikaranîna çekên kîmyewî got, "Eger mîna ku ew dibêjin di vê mijarê de şik û gumana wan tune ye, bila rê bidin heyeteke serbixwe ku biçe herêmê."

- Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr got, li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence zêde bûye û bi rêk û pêk tê kirin.

- Alayan Şahab ê ji Hûmsê ku ji zilma DAÎŞ'ê reviya û xwe li qada Şoreşa Rojava girt, tevî malbata xwe di nava parastina şoreşê de cih digire.

- Dewleta Tirk navenda bajêr û taxên Colemêrgê bi balafirên bêmirov û droneyan 24 saetan dişopîne.