ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endama Meclîsa DBP'ê û aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren bi bîr xist, ku ji roja Peymana Stenbolê ketiye rojevê û vir ve rojane herî kêm jinek hatiye kuştin û got, kujerên jinan hêzê ji desthilatdariyê werdigirin.
Hişyar Ozsoy bal kişand ser polîtîkaya aloziyê ya Tirkiyeyê, ku têkildarî mijara sondajê li Derya Spî li ber Yewnanistanê rabûye û destnîşan kir, ku ev yek stratejiya ji bo wergirtina parekê ye.
Talana li daristanên Amanozê dewam dike, ku piraniya wan li Brezîlyayê ye. Cotkar û şîrket ji bo qada çandiniyê berfireh bikin agir berdidin daristanê. Bêcezahiştina wan jî dibe sedem ku vê talanê dewam bikin.
ÎŞKÛR ku timî bi torpîla xwe ya ji bo alîgirên AKP'ê di rojevê de ye, li Colemêrgê her sal mirovên nêzî AKP'ê tevlî kar dike.
Saziya SOS Medîterranee xwest, keştiya Ocean Vîkîng û personelê wê bên berdan û destnîşan kir ku ku di sedsala 21'ê de nabe ku ew xeniqîna mirovan ji nedîtî ve bên.