ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku helwesta xelkê Amedê ya li hemberî şefê faşîst Erdogan helwesta gelê Kurdistanê ye û got, "Girîng e xelkê Bakurê Kurdistanê bi giştî vê helwesta bi rûmet a xelkê Amedê ji xwe re bike mînak û li dijî faşîzmê xwedî sekneke zelal û bi biryar be."
- Gerîlayên YJA Starê Bêrîtan bi bîr anîn ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bû û destnîşan kirin ku ew îro jî li dijî xiyaneta PDK'ê li ber xwe didin.
- Qeredaxî anî ziman ku ji bo jin bigihêje mafê xwe têkoşiyan û di bin sîwana vê felsefeya rizgariya jinê de berdêlên giran dan, hîn jî didin. Qeredaxî got: “Jinê ji xweliya şewata bedena xwe, xwe ji nû ve ava kirin.”
- Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku piştî şehadeta Bêrîtan artêşa jinê hate ragihandin û anîn ziman, ku jinên teslîmiyet û koletiyê qebûl nakin bi salan e li hemberî dijmin li ber xwe didin.
- Încî Guler Altindag ku ji bo kekê xwe yê 30 sal in girtî ye 339 roj in di Nobeta Edaletê de ye got, "Beriya ku girtî bimirin, divê siyasetmedar mijarê bixin rojevê. Piştî ku mirin, ti wateya rojevkirinê nîne."
- Andrea Wolf ku hîn di temenekî pir ciwan de kete nava lêgerîna li dijî sîstemê, bi demê re agirê têkoşînê dada û sala 1996'an beşdarî nava refên PKK'ê bû.