ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de cejna Noelê li civaka Xiristiyan hemûyan pîroz kir.
- Tirkiye bi bendavên ku daniye ser çemên Dîcle û Firatê li Sûriye û Iraqê dibe sedema pirsgirêka avê, li nava welêt jî bendavan weke rêbazeke şerê taybet li dijî PKK'ê bi kar tîne.
- Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku berpirsyarê xizanbûyîna bajarê Wanê hikumet bi xwe ye.
- Endamên Înîsiyatîfa Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan û gotin, "Heta misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin."
- Hunermend û peykersazekî ji herêma Hewramanê, ji bo zindîkirina şêwaza xaniyên Hewramanê, ji bo danasîna vê mîmariya bêhempa, dîrokî û dostê xwezayê, li bajarokê Dizliyê ya Hewramanê karekî hunerî çêkiriye û bûye cihê balkişandina geştyaran.”