ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Nobedarên hefteya 427'an jinên Kurd ên Êzidî ne. Endamê SMJÊ ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Koordînatora Parastinê ya CÎSST'ê Berîvan Emîne Korkût diyar kir ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya heyî ya girtîgehên Tirkiyeyê re ye, lê belê hejmara zelal nehatiye parvekirin.

Dikandarên Amedê dibêjin, ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikumetê ew di nava krîzê de ne û û destnîşan dikin, di pêvajoya krîzê de jî AKP li pey dagirkeriyê ye.

Agirbesta DYE'yê ya li Lîbyayê diheje, ku li ser 'herikîna petrolê' hatiye ragihandin. Aliyên şer 'xalên agirbestê li gorî xwe şîrove dikin'.

Fosîlên ku sala 2010'an li eyaleta Gûîzhoû ya li başûrrojavayê Çînê di zikê zindiyekî deryayê de hate dîtin, li ser nêçirvaniyeke beriya 240 milyon salî agahiyan dide.