ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulîstan Gulhat destnîşan kir ku gerîlaya ARGK'ê Bêrîtan di artêşbûna jinê de bi roleke girîng rabû û got, "Artêşbûna jinê ji bo gelek jinên enternasyonalîst bû ronahî."
- Parêzer Cengîz Yureklî serdana CPT a li Îmraliyê nirxand û got, "CPT ji bo daîmîkirina rejîma Îmraliyê di nava 24 salan de timî hêvî da, bi vî rengî pêşî li nerazîbûnan girt û di encamê de jî bû piştevanê polîtîkaya dewletê."
- Koma Andrea Wolf sûd ji gotinên strana 'Canción sin miedo' (Wêrekî) wergirt û ev stran di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo jinên hatin qetilkirin, jinûve gotin.