ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hate hînbûn ku cenazeyên bi dehan leşkerên di 23'ê Kanûnê de li Xakurkê û Metînayê hatin kuştin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tê gotin, cenazeyên mirovên herêmê bi zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û morg hatiye qedexekirin.

- Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku berxwedana Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê mohra xwe li sala 2023'an xistiye û got, paradîgmaya rêya sêyemîn wê di hilbijartinên xwecihî de şênber bibe.

- Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû lêgerîna li zêr a bi siyanurê weke mêtingeriyê pênase kir û got, "Hûn hem mirovan asîmîle dikin hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin."