ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Aborînas Ramazan Tûnç polîtîkayên aboriyê yên dewleta Tirk nirxand û got, "Hikumet dixwaze krîza heyî ya aborî bi rêya şer binixumîne."
Gerîlayê HPG'ê Firat Çekdar diyar kir ku wê berxwedana xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk bidomînin û got, "Li Heftanînê me planên wan pûç kir. Em ê nehêlin ku dijmin Kurdistanê dagir bike."
Demhat ku ji Şengalê berê xwe da Helebê, ji wir jî çû çiyayên Kurdistanê, êdî li Heftanînê ye. Çîroka ku li qada şer dest pê kir, li qadeke din a cengê, li Heftanînê dewam dike.
Li gorî lêkolîna tîmeke ji zanîngehên Leeds û Edîngbûrgê û pisporên Ûnîversîty College London, di nava 25 salên dawî de herî kêm 28 trîlyon ton qeşa heliya.
Hilberîna petrolê, ji ber bandora xwe ya li ser belavkirina CO2, dibe sedema nerazîbûnan. Lewma gelek şîrketên ku petrolê hildiberînin, biryara kêmkirina razemeniya xwe kirin. Ev jî weke 'petrol nema bi kêr tê' tê şîrovekirin.