ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Sedsala 21'ê wê bibe sedsaleke ku artêşbûna jinê bêhhtir berfireh û mezin bibe."

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku li Îranê pêwîstî bi guhertineke demokratîk heye û got, "Çareserî di xet û rêya sêyemîn de ye." Vejîn diyar kir ku ji bo paşeroja azad a gelê Kurd ew amade ne bi hêzên Kurd hemûyan re tifaqê bikin.

- Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê AKP'iyan ve hate qetilkirin û nêzî 600 roj in di 'Nobeda Edaletê' de ye, li ber bêedaletiyê rabû û got, "Ez ê serî li ber zilmê netewînim, heta mirinê ez ê têbikoşim."

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc, Nûrî Yekta yê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevalê Nûrî li her qada têkoşînê xeta Rêber Apo û partiyê ji xwe re dikir esas."

- Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 sal in li Strasbourgê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê koma ji Strasbourgê dewr hate wergirtin.

- Rojava bêyî Efrînê nabe. Divê hîn bêhtir rê neyê dayin ku dagirkerên faşîst û piyonên wan Efrînê xera bikin. Maskeya li ser rûyê hemû hêzên ku hevparên vî sûcî ne divê bêne xistin.

- Fîlmê 'Rev' ku li ser reva jineke Êzidî ya dîlgirtî ji hovîtiya DAÎŞ'ê û lêgerîna azadiyê dinirxîne, li Festîvala Fîlman a Hambûrgê wê bê nîşandan.